Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Skripal Mirovekî Genî û Xayin E


Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Çarşemê got ku sixûrê berê Sergei Skripal, ku li Brîtanya hatibû jahr kirin, mirovekî sosret e ku îxanet li Rûsya kiriye.

“Ez dibînim ku hin rojnamevan dixwazin Skripal wek bizavkarekî mafên mirovan nîşan bidin. Ew tenê sîxûrek bû. Wî xiyanet li welatê xwe kir. Ew mirovekî genî ye,” Putin di civînekê de li Moskowê got.

Skripal û keça wî Yulia di 4’ê Adarê de li bajarê Salisbury hatibûn jahr kirin.

Polîsên Brîtanî gotibû ku ew ji alîyê du karmendên Rûsî Alexander Petrov û Ruslan Boshirov ve, bi gazeke asabê hatine jahr kirin û ew gaz jî ji hêla Yekîtîya Sovyetê ve hatibû amade kirin.

Rûsya bi tundî red kiribû ku ti peywendîya wê bi xebitandina gaza jahrîn heye.

Hikûmeta Brîtanî Rûsya sûcdar kiribû û welatên Rojavayî pirtir jî 100 dîplomatên Rûsî dersînor kiribûn.

XS
SM
MD
LG