Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Me 1,140 Leşker û 13 Firokên Ceng ji Sûrîyê Vekişandine


Putin li Sûrîuê (Arşîv)
Putin li Sûrîuê (Arşîv)

Serokê Rûsya Vladimir Putin ragihand ku wan di rojên dawî de 1,140 personelên leşkerî û 13 firokên ceng ji Sûrîyê vekişandine.

“Wek tê zanîn di dema serdana min ya bingeha Himeymim de vekişîna hêzên me destpê kiribû. Ew vekişîn niha berdewam e,” Putin di merasîmeke bona leşkerên xwedekar de, Qesra Kremlînê got.

Wî da zanîn ku di çend rojên dawî de 13 firokên ceng, 14 helîkopter û 1,140 personel ji Sûrîyê vegerîn Rûsya.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Putin di meha Berfanbara 2017’an de serdana Sûrîyê kiribû.

XS
SM
MD
LG