Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Wê Rûsya Şer Rawestîne Eger Ukrayna ji Hinek Deveran Vikişe û Hewla Endamtîya NATO Betal Bike


Serokê Rûsya Vladimir Putin
Serokê Rûsya Vladimir Putin

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro Înê got ku wê ‘demûdest‘ fermana agirbesta şerê li Ukraynayê bide û dest bi danûstandinan bike. Lê wî got dê ev yek pêkan be eger Kîev çar herêmên ku Moskowê dagir kirine radest bike û dev ji planên endamtîya NATO’yê berde.

Putin anî ziman ku "hebûna siberojê ya Ukrayna" girêdayî vekişîna hêzên wê, qebûlkirina statuyeke bêalî û bi destpêkirina danûstandinan bi Rûsya re ye. Serokê Rûs da zanîn ku eger Ukrayna vê pêşnîyarê red bike, wê rewşa leşkerî ya Kîev xirabtir bibe.

"Îro em pêşnîyareke din ya aştîyê ya rast û berdest dikin. Ger Kîev û paytextên Rojavayî wek berê vê jî red bikin, wê biryara wan be, berpirsyarîya wan ya siyasî û exlaqî ya ser berdewamkirina xwînê ye," Putin got.

Putin jibo agirbestê gelek şertên din jî da pêş Kîevê, wek naskirina Qirimê ji alîyê Ukrayna ve wekî herêmeke Rûsî, parastina statuya nenavokî û bêalî ya Ukrayna û sînordarkirina hêza leşkerî û parastina berjewendîyên xelkê ku bi Rûsî diaxivin.

Serokê Rûs herwiha destnîşan kir ku divê hemû toleyên Rojavayî yên dijî Rûsyayê jî werin rakirin.

"Em bang dikin ku vê rûpela trajîk ya dîrokê vegerînin û dest bi avakirina yekîtîya di navbera Rûsya û Ukrayna de û bi giştî li Ewrupayê bikin," wî got.

Mykhailo Podolyak.
Mykhailo Podolyak.

Mykhailo Podolyak, şêwirmendê Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy, demûdest daxwazên Putin red kir.

Podolyak ragihand ku di pêşnîyara Putin de tiştekî nû tune ye û serokê Rûsî "tenê helwesta xwe ya êrîşkar ya domdar" anîye ziman, ku heta niha gelek caran hatiye bihîstin.

Rûsya di Sibata 2022’an dest bi dagirkerîya li Ukrayna kir û niha nêzîkî pêncekê ji tevahîya axa wê kontrol dike. Ukrayna dibêje aştî pêkan e, tenê ser bingeha vekişîna tevahî ya hêzên Rûsî û vegerandina yekparçeya axa wê.

Dema daxuyanîya Putîn balkêş e, jiber ku niha Hilcivîna G7 ya welatên aborîyên herî mezin li Îtalya didome ku piştgirîya jibo Ukrayna mijara herî girîng e.

Herwiha li Swîsre, wê di dawîya vê hefteyê de wê Hilcivîna jibo Aştîya li Ukrayna were darxistin, ku Rûsya nehatîye wexvendin.

Amerîka û Ukrayna jî vê hefteyê peymanek ewlekarîyê ya 10 salan îmza kir.

Jêder: AP, Reuters

XS
SM
MD
LG