Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn: Moskow û Washingtonê Ser Hilcivîna Putin û Trump li Hev Kir


Kremlînê ragihand ku Washingtonê bo hilcivîneke nû ya Serokê Rûsya Vladmir Putin û Serokê Amerîka Donald Trump vexwendname şandîye.

Qesra Sipî dabû zanîn ku Trump, Putin vexwendîye Washingtonê, lê Kremlînê dîyar kir ku her du rêber dikarin li cîhekî din jî bicivin.

Şêwirmendê Putin, Yuri Ushakov dîyar kir ku Washington û Moskowê ser hilcivîneke nû ya her du rêberan li hev kiriye, lê da zanîn ku wan hîn dest bi ti amadekariyan nekiriye.

Ushakov ji rojnamevanan re dîyar kir ku di dawîya meha Mijdarê de li Arjantînê Hilcivîna G-20 heye û da zanîn ku bo hilcivîna Putin û Trump alternatîfên din jî hene.

Ushakov got ku Trump û Putin di kombûneke din ya navneteweyî de jî bicivin.

XS
SM
MD
LG