Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin û Xi Dijî Zextên Rojavayî Hevkarîyê Xurt Dikin


Dîmeneke ji hevdîtina Serokê Rûsya Vladimir Putin û hevtayê wî yê Çînî Xi Jinping 15 Berfanbar, 2021

Serokê Rûsya Vladimir Putin û hevtayê wî yê Çînî Xi Jinping îro Çarşemê bi rêka vîdeokonferansê hevdîtineke pêk anîn.

Putin û Xi di hevdîtinê de lihev kirine ku Rûsya û Çîn dijî mudaxeleyên welatên rojavayî û parastina berjewendîyên hevdu yên ewlekarî de biryardar bin.

Ajansa nûçeyan ya Çînê Xinhua gotinên Xi Jinping wiha ragihand.

"Niha hin hêzên navneteweyî di bin navê 'demokrasî' û 'mafên mirovan' de destwerdana karûbarên navxweyî yên Çîn û Rûsyayê dikin û bi awayekî hovane hiqûqa navneteweyî û pîvanên peywendîyên navneteweyî binpê dikin."

Xi Jinping dîyar kir ku 'divê Çîn û Rûsya hewldanên xwe yên hevpar zêde bikin da ku bi awayekî bi bandortir berjewendîyên ewlekarî yên her du alîyan biparêzin.'

Civîna her du serokan, heşt rojan piştî ku Putin bi serokê Amerîka Joe Biden re axifî, pêk hat.

Kremlînê jî dîyar kir ku Putin ser civîna bi Xi re wiha gotiye:

"Modelek nû ya hevkarîyê di navbera welatên me de, tevî tiştên din, ser bingehên wek nedestwerdana karûbarên navxweyî û rêzgirtina ji berjewendîyên hev re, hate damezrandin."

Hevdem, Kremlînê got ku Putin di derbarê hevdîtina xwe ya bi serokê Amerîka Joe Biden re agahî daye Xi, ya ku Biden dijî dagirkirina Ukraynayê Rûsya hişyar kiribû û Putin jî daxwaza xwe ya sozên ewlehîyê dîyar kiribû.

Karbidestê Kremlînê Yuri Ushakov ji rojnamevanan re ragihand ku serokê Çînê Xi bo hewildana Putin ya ser bidestxistina garantîyên ewlekarî yên bo Rûsyayê ji welatên rojava, piştgirîya xwe pêşkêş kiriye.

Hevdem, Ushakov got ku Xi fîkarên Moskowê fam dike.

Ushakov da zanîn ku Putin û Xi di derbarê avakirina hevalbendîyên leşkerî yên nû de, 'nêrînên xwe yên neyînî' dîyar kirine; yen wek hevkarîya 'AUKUS' ya di navbera Avusturalya, Brîtanya û Amerîka de û her wiha 'QUAD' ya di navbera Avusturalya, Hindistan, Japonya û Amerîka de.

Putin gotiye ku ew li bendê ye ku Xi di meha Sibatê de li Olîmpîyatên Zivistanê yên li Pekînê bibîne.

Qesra Sipî hefteya borî dîyar kiribû karbidestên hikûmeta Amerîkî dê Olîmpîyatên Pekînê jiber "hovîtîyên" mafên mirovan yên Chinaînê yên dijî misilmanan li herêma Sîncanê, boykot bikin.

"Ez dixwazim bibêjim ku em di mijarên wek hevkarîya sporê yên navneteweyî de piştgirî didin hev, tevî redkirina her hewildanên sêyasîkirina sporê û tevgera olîmpîyatê," Putin got.

Putin hevkarîya bi Çînê re wek rêyeke bo hevsengkirina bandora Amerîka bikar tîne, dema ku peymanên bikêr çêdike, bi taybet jî yên ser enerjîyê.

Wî û Xi îsal peymana hevaltî û hevkarîyê ya her du welatan bo 20 salên din, dirêj kirin.

Serokê Rûsyayê dîyar kir ku bazirganîya dualî di 11 mehên destpêkê yên îsal de ji % 31zêde bûye û gehîştiye 123 milyar dolaran û her du welat armanc dikin ku di demek nêz de 200 milyar dolaran, derbaz bikin.

Wî got ku Çîn bo hilberîna vaksînên Sputnik û Sputnik Light ya Rûsî yê dijî COVID-19 dibe navendek navneteweyî, bi peymanên ku bi şeş hilberîneran re hatine îmza kirin ku zêdetirî 150 mîlyon dozên vaksînan çêbikin.

XS
SM
MD
LG