Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Sûriyê: Navbera Nebûna Diyaloga Navxweyî Û Siberojeke Nezelal


Di şerê navxweyê 8 salan de li Sûriyê, pêkhateya Kurd jî, weke hemû pêkhateyên li wî welatî ziyan pêketîye û rastî koçberî, kuştin û girtinan hatine û malên wan wêranbûn bûn e, berdêlên gelek giran di şerê li dij DAIŞê dane, bi hêzên nav netewî re şerê terorê kirin e. Lê jiber ku Tirkiye Kurdên li Sûriyê weke gefekê li ser ewlekariya xwe ya netewî dibîne, dibêje ku ewê êrîşa hêzên Kurdî yên çekdar bike li Sûriyê.

Ahmed Barakat, endamê komîta merkezî ya partiya pêşvero
Ahmed Barakat, endamê komîta merkezî ya partiya pêşvero

Roja Înê wezîrê berevaniya Tirkîyê Hulusî Akar, serdana ser sînorê Sûrîyê kir û got, operasyoneke li

Sûrîyê bi xebatên berfireh didomin.
Herwiha berdevkê hêzên koalsyona navnetewî ragihand ku, hêzên Amerîkî li Sûriyê dest bi vekişandinê kir, çavkaniyên Pentagonê dan diyar kirin ku, dest bi vekişandinê hatiye kirin piştî ku Qesra Spî ji wan re gotî vekişin.

Siyaestvan Sîpan Îbrahîm
Siyaestvan Sîpan Îbrahîm

Li ser astê navxweyî, hêzên siyasî yên Kurd li Sûriyê heta niha di ne di nava diyalogek cidî de ne, herçende li ser siberoja wan xeterî heye jî, lê ew di nava xwe de ne yekin. Li aliyê din berpirsên Meclisa Sûrî ya Demokratîk MSD'ê û berpirsên rejîma Sûrî didin zanîn ku, danûstendinên di navbera wan de dom dikin, berî du rojan cîgirê wezîrê derve yê Sûriyê Faysal Al-Mîqdad got bû diyaloga wan bi îdara Kurdî re berdewame û geşbînîya xwe ya derbarê encamên diyalogê anî bûn ziman.

Bernama Hello Washington bo danûstendina li ser vê mijarê û rewşa hesas ya Kurdên Sûriyê mêhvandariya her yek ji siyasetvan; Sîpan Îbrahîm û Ahmed Barakat endamê Komîta Merkezî ya Partiya Demokrata Pêşvero ya Kurdî li Sûriyê kir.

Hello Washington 11.01.2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:20:42 0:00

XS
SM
MD
LG