Di daxweyaniyek nivîskî de Prartiya Yekîtiya Demqoratîk PYD û du partiyên din di nav rêvberiya xweser de Partiya Demoqrata Kurd li Sûrî û Partiya Yekîtiya Suriyan endametiya xwe ji Heyet Tensîq ya opzisyona sûrî cemidand.
Şêwiremendê hevserkatiya PYD birêz Sîhanok Dîbo ev yek ji Dengê Amarîka re tekez kir.
Li gorî birêz Dîbo rawestandina endametiyê bi hin sedemên kongirê Riyadê ve girêdayine, ku Heyet Tensîq têde beşdar bibû, li ser belgeyekê îmze kir ku, Hêzên girêdayî YPG û PYD terror in.
Hêjayî balkişandinêye ku, beriya du heftiyan rêveberê Heyet Tensîq Hesen Ebidulezîm serdana Qamişlo kirbû , birêz Dîbo anî ziman ku, sedema wê serdanê ji bo van kêşeyan bû, lê nehatin çareserkirin û di encam de ev rawestandina endametiyê derket holê.
Wek tê zanîn ku, Partiya PYD û hin partiyên opozisyona sûrî piştî alozî li sûriyê peyda bûn, Heyet Tensîq hat damezrandin, yek ji aliyên aktîv yên opozisyona sûrî dihatin naskirin, niha PYD û du partiyên din endametiya xwe rawestandin, dibe di rojên bê de PYD û partiyên hevkar di Idara zatî de, xwe vekşînin ji vê koalisyona siasyî.
Temamiya Raportê di fayla Deng de ye.