Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamê Desteya Bilind a Kurd Salih Mislim Rexne li Sîyaseta Amerîkî Digire


Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, endamê Desteya Bilind a Kurd û Serokê Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) Salih Mihemed Mislim li ser rewşa krîza li Sûrîyê agahîyên nû dide.

Birêz Mislim dibêje, rast e ku hêzên rejîma Esed xwest ku tekevin bajarê Amudê, lê hêzên Desteya Bilind a Kurd rê nedan wan.

Salih Mislim qebûl nake ku li nav Kurdan problem hene û dibêje hîn kes bi zanabûn gotinên wî rengî belav dikin.

Endamê Konseya Bilind a Kurd Salih Mislim rexne li rêvebirîya Amerîkî digire ku sîyaseteke bi bandor li Sûrîyê nameşîne û tenê piştgirîya Meclîsa Netewî ya Sûrî (SNC) dike.

Salih Mihemed Mislim her wiha bang li hikûmeta Tirkîyê dike ku tevahîya gelê Sûrî hembêz bike, ne tenê grubên nêzîkî xwe.

Kerem kin bi lînka jêrîn guhdarîya vê hevpeyvîna me ligel birêz Mislim bikin:

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
Xwendevanên delal,

Hun her wiha dikanin di pişka "Multimedia" de guhdarîya hevpeyvîna bi Îngîlîzî ya ligel birêz Salih Mislim bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG