Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê PYD'ê Mislim: Kurd Dixwazin Wek Desteya Bilind Beşdarî Konferansa Cenevre Bibin


Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, endamê Desteya Bilind a Kurd û Serokê Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) Salih Mihemed Mislim li ser mijarên girîng yên rojêvê agahîyan dide.

Birêz Mislim dibêje, ew piştgirî li pevajoya Genevre dikin û dixwazin wek Desteya Bilind başdarî Konferansa Cenevre bibin.

Mislim dide zanîn ku wan nameyek ji Wezîrê Derve Rûsya Lavrov re şandiye û li benda bersîveke erênî ne.

Serokê PYD'ê rexne li hin partîyên Kurd digire ku biryar dabûn bi serê xwe pişikdarî li opozîsyona Sûrî bikin. Ew dibêje, Ereb jî dizanin ku hêza wan partîyên tune ye, loma jî rê li ber wan hate girtin ku bibin endamên opozîsyonê.

Salih Mislim herwiha dibêje, divê Kurd di bin navê Desteya Bilind de cîh li opozîsyonê bigirin û hemî kiryarên xwe yên sîyasî di bin vê desteyê bikin.

Birêz Mislim dubare dibêje, ew tirkîyê ji nav de, ne dijmenê kesekî ne û hazir in bi Enqerê re hevdîtina bikin.

Kerem kin bi lînka jêrîn guhdarîya vê hevpeyvîna me ligel birêz Mislim bikin:

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:59 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG