Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê PYD: Rûsya û Amerîka jibo Rola Kurdan di Cenevre 3 de Hevbîr In


Abdulsalam Ali

Têkîlîyên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Moskow pêş dikevin, pirsa Sûriyê û rewşa şer li herêmê, trafîka dîplomasî û hewildanên jibo çereseriyan ji aliyê hêzên herêmî û navnetewî de tên berdewam kirin.

Şanda PYD li Moskow
Şanda PYD li Moskow

Hevserokê PYD Salih Mislim, doh bi serdanek fermî li Moskowê bû, liser daxwaznama wezareta derve ya Rûsyia li peytaxt Moskow û ligel Mikhail L. Bogdanov, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya civîn pêk anîn.

Di heman demê de nûnertiya Xweseriya Demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê li Moskow bi merasîmekê hat vekirin.

Derheqa serdana Mislim û vekirina ofîsa Xweseriya Demokratîk li Moskow, Abdulselam Alî, nûnerê PYDê li Rûsya da zanîn ku hevserokê wan Mislim daxwaza beşdarbûneke xurt ya Kurdan di civînên bên de yên Cenevre 3 de, ji Moskowê kiriye.

Mislim herwiha ji karbidestên Rûsî re gotiye ku ew dixwazin her ji niha de cîyê Kurdan û mafên wan di Sûriya nû de bên zelal kirin.

Temamiya hevpeyvînê di fayla deng de ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:07 0:00

XS
SM
MD
LG