Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PYD'ê li Civata Sosyalîst Enternasyonal Piştgirî Bo Rojava Xwest


Civîna Civata Sosyalîst Enternasyonal li Neteweyên Yekbûyî (NY) li dar ket. Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) jî bi nûnerên xwe beşdarî civînê bû.

Nûnerê PYD’ê yê li Yunanistanê Îbrahîm Mislim, di hevpeyîneke taybet de, ji Dengê Amerîka re ragihand ku wan di civînê de xebatên berfireh kirine.

‘’Li ser navê PYD’ê min axaftinek kir û ji delegeyan re rewşa Rojava got. Me ji endamên civatê alîkarîya dostane xwest,’’ Mislim got.

Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Gutarres jî beşdarî civînê bû. Mislim dîyar kir ku wan nameyeke PYD’ê daye Gutarres û bi devkî jî dîyar kiriye ku ew jibo çareserîya meselaya Kurd li Sûrîyê, piştgirîya NY’ê dixwazin.

Mislim da zanîn ku di civînê de, cîhê endamên Partîya Komarî ya Gel (CHP) ya Tirkîyê li ber cîhê PYD’ê bûyê, lê endamên wê partîyê li cem wan rûneniştine.

Nûnerê PYD’ê berdewamî dîyar kir ku di roja duyê ya civînê de, wan jibo Efrînê pankart rakirine û karbidestên Amerîkaya Latîn, Amerîka û Ermenistanê jî di nav de, gelek rêvebirên payabilind piştgirîya wan kiriye.

Mislim got ku piştî Kobanê êdî bîragiştî ya cîhanê Kurdan baş nas dike û ew dixwazin peywendîyên xwe yên bi Amerîka û Ewrupa re xurttir bikin.

XS
SM
MD
LG