Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danûstandinên Navbera ENKS û PYD Giheştine Ku?


Di hewlên bo yekrêzîya alîyên sîyasî yên Kurdî li Sûrîyê, Partîyên Yekîtîya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) û Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) Pênçşema borî li bajarê Hesekê civîyan.

Civîn bi pêşengîya fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Ebdî hat darxistin.

PYNK ku di 19’ê Gulana 2020’an dehatibû damêzirandin, ji 25 partî û tevgerên Rojavayê Kurdistanê pêk tê û di nav de Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) jî heye.

Hevserokê PYD’ê Enwer Mislim ji Dengê Amerîka re got ku qonaxa yekê serkeftî bû û ewê bi heman helwestê qonaxa duyê bimeşînin.

Rojnamevan Malva jî dibêje ku pirsên dijwar li pêş ENKS’ê û PYD’ê hene ku divê ew di qonaxa duyê de çareser bikin.

"Pirên rêvebirîyê, leşkerî û aborî wê di qonaxa duyê de were niqaş kirin. Zehmetî ev e ku her du alîyên Kurdî bi çavê hevparkirin li hev dinerin, ne bi çavê hevkarîyê."

ZO_6_15_2020_Danûstandinên_PYD_û_ENKS
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:59 0:00


XS
SM
MD
LG