Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PYD Bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dike ku Nûnerên Rêvebirîya Xweser Berde


Rêvebirîya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyê di daxuyanîyekê de ragihand ku li Herêma Kurdistana Îraqê 3 nûnerên wê dema ku jibo pêşwazîya mêvanên xwe diçûn balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê hatine desteser kirin.

Eyşa Hiso
Eyşa Hiso

Li gor daxuyanîya Rêvebirîya Xweser di 10’ê vê mehê de nûnerê Rêvebirîya Xweser li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamê Têkilîyan yê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) yê Hewlêrê Mistefa Xelîl û endamê PYD`ê Mistefa Ezîz li firîngeha Hewlêre hatine gitin.

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso ji Deng Amerîka re ragihand ku hevalên wan do di saet 3’ê sibehê de li firîngehê hatine girtin û ew heta niha nizanin ku sedema girtina wan çi ye.

Hiso îdia dike ku di paş girtina hevalên wan de Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) heye.

Heta dema amadekirina vê raporê ne PYD’ê, ne jî Rêvebirîya Xweser ti bersîv ji alîyên Herêma Kurdistanê ve negirtine.

Rêvebirîya Xweser ji alîyê xwe ve bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû ku kesên girtî bi lez û bezî werin berdan.

Rêvebirîya Xweser dibêje ku nûnertîya wan bi fermî li Hewlêrê xebata dîplomasîyê dikin û rêzê li serwerîya Herêma Kurdistanê digire û ew nizanin ku sedema girtina endam û nûnerên wê çi ye.

Hêjayî gotinê ye ku girtina sê endamên Rêvebirîya Xweser li Herêma Kurdistanê di vê demê de tê ku pirsgirêkên navbera PKK û PDK’ê di asteke bilind de ye û xalên leşkerî yên PKK’ê ji alîyê Tirkîyê ve tên topbarandin.

ZO_06_11_2021_Desreserkirina_RX_Hewlêr
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:20 0:00

XS
SM
MD
LG