Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporteke Taybet ser Serdana Hevserokê PYD'ê ya Tirkîyê


Piştî ku derîyê sînora Serêkanîyê ketîye kontrola Kurdên Sûrîyê, vexwendina Hevserokê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Salih Mislim, ya Tirkîyê bi girîngî tê nirxandin.

Hevserokê PYD’ê roja Pêncşemê ji ser Paytaxta Herêma Kurdistanê Hewlêrê hat Stenbolê û dest bi danûstandinan bi karbidestên Tirkîyê re kir.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî îro Înîyê li Stenbolê ji rojnamevanan re pişrast kir ku bi Hevserokê PYD’ê re li ser qewimandinên dawî yên li sînorê hevdîtin ji alîyê Sazîya Îstixbaratî ya Tirkîyê (MÎT) ve têne kirin.

Tevî ku Serokwezîr Erdogan, bi berfirehî behsa naveroka hevdîtinan nekir jî, di bîragiştî ya Tirkîyê de gelek nîqaş û nirxandinên cuda têne kirin.

Taybetî tê gotin ku ev helwesta Tirkîyê nîşana nermkirina têkîlîyan e bi PYD’ê re û nêrîna fermî ya Tirkîyê jî êdî diguhere.

Rojnamevanê navdar Cengîz Çandar, di nivîsara xwe ya rojnameya Radîkalê de dibêje, ‘Rêya Şoreşa Sûrîyê di Şoreşa Rojava re derbaz dibe’.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu, jî piştî gotinên hefteya borî yên li ser redkirina herêmeke “de fakto” li herêma Kurdên Sûrîyê daxuyanîyên xwe nermtir kir.

Davutoglu daxwazên ji Kurdên Sûrîyê bi 3 madeyan rêz dike ku rêya danûstandinên sîyasî vedike.

Vexwendina Hevserokê PYD ya Tirkîyê, ji hêla karbidestên hikumeta Tirkîyê ve wekî hişyarîkirinê hatibe nirxandin jî, berevajîya vê di bîragiştî de wek vekirina rêya danûstandinên eşkere û fermî tê dîtin.

Dîsa tê gotin, wê ev hevdîtin taybetî bibin sedem ku Tirkîye êdî xwe ji grubên radîkal yên opozîsyona Sûrîyê dûr bixe û li sînora Sûrîyê ku piranî ketîye bin kontrola Kurdan li rêya aramîyê bigire.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:18 0:00
Direct link



Piştî hatina Salih Mislim ya Tirkîyê, îro Înîyê li şûna alaya YPG’ê ya li derîyê sînora Serêkanîyê hildana alaya Desteya Bilind a Kurd (DBK) jî wekî encama vê serdanê tê şîrove kirin.
XS
SM
MD
LG