Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sekreterê PYDKS Şêx Alî: Tirkîye Hebûna Kurdan Napejirîne


Di hevpeyvîneke taybet de bi Dengê Amerîka re, sekreterê Partîya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûrîyê (PYDKS) Mihyedîn Şêx Alî helwest û destwerdana Tirkîye li Bakurê Sûrîyê û gefxwarinên wê li dijî Kantona Efrînê şîrove kirin.

Şêx Alî Tirkîye weke piştgira sereke ji komên îslamî yên tundrê re dest nîşan kir û da zanîn ku liv û tevgera artêşa Tirk li ser sînorê Efrînê di dema dawî de zêde bûye.

Sekreterê PYDKS dîyar kir ku Tirkîye ti hebûneke Kurdan ya rêxistinkîrî û xwedî hêz qebûl nake, loma bi taybetî piştî pêşketinên HSD'ê li Reqa û Bendava Tebqa, ew hewil dide destwerdanê bike ta rê li ber Kurdan bigire.

Derbarê biryara rêvebirîya Amerîkî ya çekdayîna YPG'ê, Şêx Alî ev gav bi girîng da nasîn û pîroz kir.

“Çekdayîna YPG’ê weke çekdayîna mirovatîyê ye. Em dixwazin ku ev çekdayîn bidome çimkî gef û metirsîya DAIŞ û komên terorîst, ne tenê li Sûrîyê lê belê li hemû cîhanê berdewam in.”

NR_06_05_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:53 0:00

XS
SM
MD
LG