Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salvegera Damezrandina Tevgera Kurdî li Efrînê Hate Vejandin


Bi helkefta salvegera 60'î ya damezrandina tevgera sîyasî ya Kurdî li Sûrîyê, 2 ahengên vejandinê li Kantona Efrînê hatin li dar xistin.

Ahengek ji alîyê Partîya Demokrat a Pêşverû ya Kurd (Pêşverû) li dar ket û ya din li navçeya Reco ji alîyê Partîya Yekîtîya Demokrat a Kurd li Sûrîyê (PYDKS) bi rê ve çû.

Di her du ahengên vejandina salvegerê de, gotinên alîyên sîyasî hatin xwendin, mesajên tekezî li ser yekrêzîya tevgera sîyasî ya Kurdî hatin dayîn û piştgirî jibo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hat nîşan dan.

Damezrênerên tevgera sîyasî ya Kurdî di ahengan de hatin bi bîr anîn û hinek ji damezrêneran û xebatkarên berê yên tevgerê hatin xelat kirin.

Hêjayî gotinê ye ku tevgera sîyasî ya Kurdî li Sûrîyê di 14'ê Pûşpera sala 1957'an hate damezrandin, ku alîyên vê tevgerê tevî hemû nakokîyên sîyasî di navbera wan de vê rojê bi bîr tînin û hêvîyên yekrêzîya mala Kurdî dikin.

NR_6_15_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:23 0:00

XS
SM
MD
LG