Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PYNK û ENKS bi Daxuyanîya Hevbeş Lihevkirina Qonaxa Yekê Ragihand


PYNK & ENKS
PYNK & ENKS

Partîyên Yekîtîya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) têkildarî danûstandinên Kurdî-Kurdî yên jibo yekîtîya neteweyî li Sûrîyê daxuyanîyeke hevpar dan.

Her du alî ragihand ku qonaxa yekê ya danûstandinan bi dawî bûye û dê di rojên pêş de peymanek were îmza kirin.

PYNK û ENKS bi amadebûna şandeyên ji her du alîyan, tevî fermandarê giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî, nûnerê Amerîka yê Bakur û Rojhilata Sûrîyê William V. Roebuck daxuyanîyeke hevpar weşand û tê de destnîşan kir ku qonaxa yekê ya dîyaloga yekîtîyê bi dawî bûye û giheştiye nêrîneke sîyasî ya hevpar.

Hate dîyarkirin ku dîyalog wê li ser bingeha Peymana Duhokê berdewam bike û di rojên pêş de peymaneke giştî were îmza kirin.

Daxuyanîya hevpar wiha ye:

“Di 16’ê Hezîranê de şandeyên Meclisa Nîştimanî ya Kurdî li Sûrîyê û Partîyên Yekîtîya Nîştimanî ya Kurdî pêvajoya destpêkê ji dîyaloga Kurdî bi dawî kir û bi hev re gihîştin nêrîneke sîyasî ya hevbeş û lihevkirinên pêşîn ku bendên (rêvebirin, hevbeşî, ewlehî û parastin) ên Peymana Dihokê ya 2014’an bikin bingeha berdewamkirina dan û standin û dîyalogên di navbera her du şandeyan de, wê peymaneke giştî di pêşeroja nêz de îmze bikin.

Her du şandeyan tekezî bi hevkarî û yekîtîya Kurdî li Sûrîyê kir û ev gav weke gaveke dîrokî ya girîng ber bi lihevkirineke mezintir û hevkarîyeke pratîk di berjewendîyên gelê Kurd li Sûrîyê û hemû pêkhateyên Sûrîyê de pêşwazî kirin.

Her du şandeyan ev xebat oxirî cangorîyên mezin ên ciwan û keçên Sûrîyê û bi taybet şehîd û birîndarên Rojavayê Kurdistanê û malbatên wan kirin ku jîyana xwe kirin berdêla şerekî birûmet jibo parastina cîhanê ji sitemkarîyaDAIŞ.

Ev lihevkirin wek gava yekemîn a girîng e ku em bi serpirştîya cîgirê şandeyê amerîkî yê taybet ji Koalîsyona Navneteweyî re balyoz William Robak û fermandarê gîştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) general Mezlûm Ebdî de gihîştinê.

Her du şande, jibo însîyatîfa wî ya yekkirina rêza Kurdî li Sûrîyê general Mezlûm Ebdî bi rêzdarî spas dikin û jibo destek û keda wan a di yekkirina rêza Kurdî de rêzdar serok Masûd Barzanî û serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spas dikin. Her wiha jibo serpirştîya û desteka wan a bihêz jibo yekrêzîya Kurdan û piştgirîya wan ji mîsogerkirina pêşerojeke demokrat û piralî li Sûrîyê ku mafê hemû pêkhateyan tê de bê rêzgirtin, dewleta Amerîka spas dikin.”

Piştî belavbûna daaxyanîyê yekser bandor li kolana Kurdî kir, li ser rûpel û hesabên medeyaya civakî Kurdên Sûrîyê û dostên wan pîrozbahîya vê gavê kirin.

Hêjaya gotinê ye , ku ev yekem daxuyanîya fermî ya hevbeş yê her du alîyên Kurdî, ku ev demeke dîyalog Kurdên sûrîyê dûrî daxuanîyên fermî û cave kamîreyan dihate kirin û weke ku di daxuyanîyê de hate gotin ku bi roleke pişgir ji alîyê General Mazlûm Ebdî, û şanderê Amarîkî William Roebuck û serokê Herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Berzanî û yê niha Nêçîrvan Barzanî dihate kirin.

Raporta Zana Omer 17 05 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:41 0:00


XS
SM
MD
LG