Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîyaloga Kurdên Sûrîyê di Çi Astê de Ye?


Partîyên Kurd li Rojava xêzên dawîn yên yekrêzîyê datînin. Herî dawî şanderê Amerîkî James Jeffrey piştgirîya Amerîka ya dîyaloga Kurdan dubare kir.

Piranîya partî û hêzên Kurd bi gavên ku hatine avêtin şanaz in, lê hin partî û sîyasetvan xemgîn in ku ew hatine paşguh kirin.

Endamê nivîsgeha sîyasî ya Prtîya Demoqrat a Pêşverû Hisên Cengo rexne li li tevgera Kurdî kir ku Partîya Pêşverû û Partîya el-Wehdê hatine dûrxistin.

Piştî helwesta her du partîyên dûrxistî, fermandarê giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî di twîtekê de got ku ewê her du partî di qonaxa sêyan de beşdarî dîyalogê bikin.

Li alîyekî din, hîn jêder dibêjin ku her du alî ser lêvegera sîyasî ya bilind hevbîr bûye û niha mekanîzmaya nûnertîyê tê nîqaş kirin.

Endamê şanda partîyên Yekîtîya Niştmanî Kurdî (PYNK) Salih Gedo got ku ew hêvîdar in ku di pêşerojê de ku ev yekrêzî here serî û Kurd cîhê xwe di nava opozîsyona Sûrî ya netewî bigirin û di çareserîya krîza Sûrîyê de roleke girîng bilîze.

Hevdem, hewilên sazî û rêxistinên sivîl yên jibo piştgirîya dîyaloga Kurdên Sûrîyê berdewam in.

Hisên Mihemed Alî, endamê însîyatîfa sazîyên civaka sivîl ya jibo piştgirya yekrêzîya Kurdî dibêje ku ew hevdîtinên xwe bi hemû partîyên sîyasî re berdewam dikin û herwisa fişarê li wan dikin ku pirsgirêkên heyî çaereser bikin.

"Em kêvxweş in ku yekrêzî çêbibe, jiber ku bi vî awayî Kurd dikarin dengê xwe bigehînin cîhanê û herwiha dostên Kurdan jî dê bikaribin bi wan re bidin û bistînin.”

XS
SM
MD
LG