Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Diyaloga Kurdên Sûrî Wê di Sibatê de Berdewam Bibe


Birîyare ku di destbêka meha Siptê de gera çaremîn ya diyaloga Kurdî – kurdî dest pê bike.

Ev nêzîkî sê mehin ku diyaloga navxweyî ya kurdên sûrîyê hatibû rawestandin.

Her du alî sedemên vê birrînê bi ne emadebûna nûnerê Amerîkî ve girêdidin. Lê dê vê navberê de şerê daxuyanî û tawanan navbera herdû alîyan nehat rawestandin.

Êrîşên ragihandinî navbera herdû alîyan de, bû sedema ku baylozxana Amarîkî li Şamê ser malpera xwe daxuyanî weşnd û têde got ku ew :

“Em piştgîriya diyaloga Kurdî-Kurdî dikin.”

Her wisa di berdewamîya daxuyanîyê de balkişan ku :

“Diyaloga Kurdî-Kurdî alîkariya proseya berfireh ya siyasî li Sûriyê li gor biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî dike.”

Piştî daxuyanîya baylozxana Amarîkî,asta tûndîyê di daxuyanîyên herdû alîyên kurdî daket.

Endamê desteya serokatîya ENKS ê Nimet Dawûd ji Dengê Amerîka re raghand ku bi hêvîne diyalog vê carê bi rengekî cidî destpêbikin her wiha nerazîbûna xwe jî ji helwesta vê dawiyê ya PYNK ê anî ziman.

"Divabe fermandrê HSD rê ber daxuyanîyên PYNK bigre"

Li aliyekî dî berpirsên Partîyên Yekîtîya Niştîmanî ya Kurd PYNK diyar dikin ku ew jî ji diyalogê re amadene.

Endama Desteya Cîbicîkar ya PYD ê Şerîfa Hesen, ji dengê Amerîka re ragihand ku PYD ê li kêlek partiyên din yên PYNK ê ji bo berdewamîya danûstendinan amadeye û pirsgirêk li gel wê tune ye heke aliyê dî yê diyalogê ji wê sawa xwe derkeve:

"Em ji bo berdewamîya dîyalogê amade ne "

Kurdên bakur û rojhilatî Sûriyê jî li benda wê yekê ne ku diyaloga di navbera partiyên Siyasî de biserbikeve lê metirsîya kurdên sûrîyê ji dûbarkirina şaştîyan nekin.

Li gorî her du aliyan hetanî vê gavê li ser hin xalên siyasî û rêveberî lihevkirin bûye, lê xalên sereke yên girêdayî beşê leşkerî, Hevpeymana Civakî û pergala Xwendinê û perwerdê bûne sedemên sereke yên nakok ku ENKS ê dixwaze li gorî hevpeymana Dihokê ya di 22 Cotmeh a 2014 an de dinavbera ENKS ê û Tevgera Civaka Demokratîk TVD-DEM de hatibû lidarxistin.

Ji hêla xwe ve PYNKê jî hin şertûmercên ENKS ê yên di derbarê pergala xwendinê de, guhertinêa bingeha sîstema Rêveberiya xweser, û hin xalên din red dike.

ZO_1_18_2021_Dîyaloga_Kurdên Sûrî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:34 0:00

XS
SM
MD
LG