Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pyongyang Banga Sekinandina Avakirina Çekên Navokî Red Dike


Koreya Bakur îro Duşemê bangên civaka navnetewî ya kêmkirina kiryarên leşkerî red dike û dubare dike ku ewê programa xwe ya sazkirina çekên navokî bidomîne

Nûnertîya Pyongyang ya li Neteweyên Yekbûyî dîyar kir ku toleyên nû yên navnetewî, destdirêjîya li ser serwerîya wê ye û medya dewletê jî ragihand ku ew ceza di encama planeke Amerîka ya tenêhiştina Koreya Bakur de hate dayîn.

Nûnerên Koreya Bakurî di konferansa ewlekarî ya li Manîla ya paytaxta Fîlîpînê de gotibûn ku ewê ticar dest ji mafê xwe yê avakirina çekên navokî û muşekên balîstîk bernedin û ger Amerîka êrîşê wan bike, ewê dersekê baş bidin Washingtonê.

Bersîvdana Pyongyang ya ji Neteweyên Yekbûyî re di vê demê de tê ku Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson gotibû ku baştirîn gava ew e ku Pyongyang bo sekinandina ceribandinên muşekan, dest bi danustandinan bike.

XS
SM
MD
LG