Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Jinûve Dest bi Ceribandina Mûşekan Kir


Kim Jong Un ceribandina mûşekan temaşe dike (Arşîv)

Artêşa Koreya Başûrî îro Duşemê ragihand ku Koreya Bakur ji rojhilata behrê du mûşekên menzîlkurt avêtin nav deryayê û piştî navberaka sê mehan, jinûve dest bi ceribandina mûşekan kir.

“Mûşek, ji bajarê rojhilat Wonsan ya li rex behrê hatin avêtin û 240 km firîyan û giheşte bilindahîya 35 km,” fermandarîya hêzên hevbeş ya Koreya Başûr got.

Wê bi berdewamî dîyar kir ku Pyongyang, Îna borî bi çavdêrîya serok Kim Jong Un, hîndarîyeke leşkerî pêk anî û Seul jî wê yekê ji nêzîk ve dişopîne

Hêjayî bîrxistinê ye ku Koreya Bakur berê jî ceribandina hejmareke mûşekan ji heman herêmê pêk anîbûn.

Piştî ceribandinên 28ê Mijdarê, ku Koreya Bakur hîngê çend roketên pir mezin avêtibûn, cara yekê ye ku Pyongyang bi vî awayî cerbindinan pêk tîne.

Qesra Şîn ya seroktîya Koreya Başûrî got ku Şewirmendê ewlehiya netewî yê Koreya Başûr, Chung Eui-yong, bi wezîrên re vîdyokonferansek awarte pêk anî.

Qesra Şîn ya seroktîya ragihad ku wezîran, derbarê jinûve destpêkirina hinartina mûşekên menzîlkurt ya Koreya Bakur ya di nav sê mehên dawî de, dilgiranîyeke tund nîşan dan.

“Kiryarên bi vî rengî jibo hewildanên kêmkirina tengezarîyan li nîvgirava Koreyê nabin alîkar û wan gazî li Koreya Bakur kir ku wan ceribandinan rawestîne."

XS
SM
MD
LG