Koreya Başûr û Japonya biryara Amerîka ya, wek zêdekirina giwaştina ser rejîma Pyongyangê, xistina Koreya Bakur di nav lîsta dewletên piştvana terorê de bi germî pêşwazî kir.
Wezareta derve ya Koreya Başûrî îro Sêşemê ragihand ku ew biryara Washingtonê wek "beşeke hewilên navnetewî yên bênavokîkirina Koreya Bakur" dibîne.
Japonya jî kêfxweşîya bi biryarê ragihand û ew wek gaveke girîng nirxand.
"Divê ew biryar berî çend salan bihata dayîn,"Serokê Amerîka Donald Trump do ji Qesra Sipî got û hikûmeta Pyongyangê wek "rejîmeke kuijêr" bi nav kir.
Biryar ji alîyê Wezareta Derve ve wê îro bi fermî were ragihandin û Koreya Bakur wek dewleteke piştvana terorîzmê were bi nav kirin.
Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson got ku toleyên heyî yên ser Koreya Bakur karîger in, lê hîn jî bo dîplomasî hêvî heye.
Welatên Yekbûyî di sala 1988'an de, piştî ku sîxurên Koreya Bakurî firokeke Koreya Başûrî peqandibûn û 115 rêwî kuştibûn, hikûmeta Pyongyangê xistibû nav lîsta dewletên piştvana terorê.
Rêvebirîya Amerîkî di 2008’an de, bo xatirê peymaneke navokî Pyongyang ji wê lîstê derxistibû.