Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka di 4ê Texabê de Çend Balyozxane Digire


Amerîka dê roja Yekşemê jimareke balyozxane û konsulxaneyên xwe yên seranser cîhanê bigire, jiber sedemên ewlekarîyê.

Serokê Komîteya Peywendîyên Derve yê Civata Nûneran Ed Royce îro Înîyê ji CNN re got, gefên El Qayde bû sedem ku Wezareta Derve nûnertîyên dîplomatîk yên li Rojhilata Navîn û Asya Navîn daxe.

Wezareta Derve dîyar dike ku di nav wan welatan de Misir û Îsraîj jî hene.

Wezareta Derve ya Amerîka hûrgilî neda ku gefên çi rengî ji el Qayde hatine. Lê,hate ragihandin ku balyozxane û konsulxaneyên ku bêne girtin, rojên Yekşemê vekirîne.

Wek tê zanîn, li cîhana Îslamî ofîs û dezgehên hikûmetê piranî navbera Yekşemê û Pênşçemê kar dikin.
XS
SM
MD
LG