Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Qayde Pênasînê Dike ku Rêberê Şaxa Yemenî bi Êrîşa Amerîkî Hat Kuştin


 Nasir al-Wuhayshi
Nasir al-Wuhayshi

El Qayde îro Sêşemê dibêje, rêberekî wê yê payabilind û serokê şaxa wê ya li Yemenê, Nasir al-Wuhayshi, di êrîşeke firokên bêmirov ya Amerîkî de hat kuştin.

El Qayde di peyameke vîdyoyî de ragihand ku êrîşa Înîyê li bajarê Mukalla ya başûrê rojhilata Yemenê qewimî, Wuhayshi û du kesên din kuştin.

Heman mesaja vîdyoyî ragihand ku Qassim al-Rimi bû rêberê nû yê El Qayde ya Nîvgrava Erebî (AQAP).

Karbidestên Amerîkî derengîya Duşemê got ku ew hîn hewil didin ku kuştina Wuhayshi piştrast bikin.

Wuhayshi cîgirê rêberê El Qaydê Ayman al-Zawahiri bû demekê berê jî alîkarê Osama bîn Ladin bû. Wî di sala 2009’an de bibû rêberê AQAP ku Amerîka wek Amerîka şaxa herî xeter ya Qaydê dihesibîne.

XS
SM
MD
LG