Ajansa Reutersê, li gor rayedarekî ku navê xwe eşkere nekiriye, ragihand ku danûstandinkarê sereke yê Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf roja Duşemê gihîşt Dohayê da ku bi serokwezîrê Qeterê re bicive û gotûbêjan ser rêkeftineke çaverêkirî, di navbera Washington û Tehranê de bikin, ji bo bidawîkirina pevçûn û nakokiyên heyî.
Ajansê got ku Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Serokê Banka Navendî Ebdul Nasir Hêmetî di wê serdanê de bi Qalibaf re ne.
Reutersê ji zarê rayedarê ku ji serdanê agihdar got, hevdîtinên Dohayê li ser Tengava Hormuzê û uranyuma dewlemendkirî ya Îranê radiwestin.
Di raporta Reutersê de hat gotin ku tê payîn ku serokê banka navendî ya Îranê jî wekî beşek ji rêkeftineke dawî, li ser azadkirina mal û milkên cemidandî yên Îranê li Qeterê gotûbêjan bikin.