Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pevçûnên li Qamîşlo Dom Dikin Û 16 Milîtanên Dîfaa Elwetan Hatin Kuştin


Pevçûnên Qamişlo

Şer û pevçûnên di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û milîsên Dîfaa Elwetanî yên girêdayî rêjîma Sûrîyê li Taxa Alteyî ya bajarê Qamişlo bi awayekî demikî berdewam e.

Di encama vî şerî de heya niha Hêzên Ewlekariya Hundirîn navenda taxa Alteyî xistine bin serweriya xwe de .

Di encama şerê ku di Saat 9ê şeva 20ê vê mehê destpêkir û heya kêliya dema amadekirina vê raporê de nêzî 16 milîsên Dîfaa Elwetanî hatin kuştin û 23ê milîs jî birîndar bûne her wiha 76 milîsî xwe radestî Asayîşê kirin.

Şer Û Pevçûnên li Qamîşlo bi Navbir Dom Dikin
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:11 0:00

Li gorî agahîyên tekez yên ku nûçegihanê Dengê Amerîka li Qamîşlo bidest xistine ku hêzên ewlekarîyê ji Rûsîya xwestîye, milîsên Dîfa wetenî yên girêdayê rêjîmê ji taxa Tey ya başûrê Qamişlo bi temamî derkeve, lê heya dema amadekirina vê raporê pêk nehatîye lewma şer berdewam e.

Li aliyekî din Çavêriya Sûrî bo Mafên Mirov SOHR, li gor çavkaniyên xwe dide zanîn ku tenahî heye li bajêr lê hin caran şer di navbera heru aliyan de, Hêzên Ewlekariya Navxweyî û Milîtanên Dîfaa Elwetenî.

SOHR dide Zanîn ku Rûsya ketiye navberê da ku pirsgirêk çareser bibe lê heta niha hewildanên Rûsiya sernegirtîye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:11 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG