Meclisa Kantona Qamişlo bi armanca gotûbêjkirina rêbazên alîkariya bi welatiyan re di demên lehî û bahozan de civînek li navenda Meclisa kantona Qamişlo li darxist .
Di civîna Komîteya Rewşên Awaret de 5 saszî û dezgeh hatin avakirin.Hevserokê mecilsa Qamişlo Fexredîn Silêman got "komîteya rewşên awarte hat avakirin".
Di nava komîteya rewşên awaerte de , Asayîş cih girtîye. Li gorî jêdereke ji asayîşê ku nêzîkî 7 hezar endamên asayîşê li Qamişlo di amadebaşîyê de ne, bi mebesta li hawar hatinê di rerwşên baran û bahaozê de.
Endamê dîwana hêzên Asayîşa Qamişlo Cangînda Mîkaîl ji Dengê Amarîka re got : endamên wan ji gazîbûnê re amade ne.
Li Qamişloyê û bajarên din yên bakûrê sûrîyê ev çendîn cara ku baranek bi hêz dibare.Lehî çendîn care bûye sedema zîyanên madî li welatîyan . lê heya dema amadekirina vê raporê windahîyên canî di encama baranên bi hêz de çênebûne.
Heyva sor a kurd li Qamişlo ew jî ketiye di amadebaşîyê de .Rêveberê beşê hewarcûyînê ya heyva sor a kurd li Qamişlo Yasir Elî ji Dengê Amarîka re got "hemû emblans û endamên tendirûstîyê yên Heyva Sor ser dirljahîya 24 setan amade ne".
Li Qamişlo û herêma bakûrê Sûrîyê ji destpêka meha derbasbûyî ve baranek bi hêz dibare . Hat naskirin ki kampên koçberan li herêma başûrî û bakûrê sûriyê gelek zîyan gihane koçberan. Û kon di nav baranê de mane.
Li Qamişlo komîtya rewşên Awarte hewldide ku encamên barîna bi hêz ya baranê ser welatîyên Qamişlo sivik bike.