Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê Qamîşlo Yê Sê Rojan Û Agirbest


Şer û Pevçûn li Qamîşlo
Şer û Pevçûn li Qamîşlo

Piştî 3 rojên şer ev du rojin ku agirbest li dare, û li hêvîya encamên hevdîtên navbera Rêjîma Sûrîyê û Hêzên ewlekarîya hindrîn bi navbrîya rûsîya berdewam e.

Li gorî agahîyên tekez ku heya dema amadekirina vê raporê ku herdû alî negihştine xalên hevkirinê.

Li gorî desteya hindrîn ya Rêvebriîya Xweser daxwaza wan ewe ku milîsên Dîfa Wetenî ji nava Qamişlo bi giştî derkevin, her wiha êrîşkarên rêbenda asayîşê û kujerên şêxê êla benî Seba şêx Hayîs werin radestkirin bo hêzên ewlekarîyê.

Li alîyekî din, piştî 4 rojan ji destpêkirina şer li Qamişlo û heya dema amadekirna vê raporê zarokek û şêx Hayîs hatin kuştin 6 birîndarên sivîl hene.

Qamîshlo
Qamîshlo

Ji milê asayîşê ve, 2 endamên hêzên ewlekarîyê jîyana xwe ji dest dan û li gorî hin agahîyan 6 birîndarên asayîşê jî hene.

Li alîyê din li gorî hin jêderên nava nexweşxaneya niştîmanî ya Qamişlo ku jêr kontirloa rêjîma Sûrîyê de ye bêtirî 20 çekdarên Dîfa Wetenî hatine kuştin di nav wan de 2 serbazên artêşa sûrîyê, her wiha li gorî heman jêderî ku 44 birîndarên wan hene.

Qamîshlo
Qamîshlo

Ev hejmar nehatin piştrastkirin, ku li gorî Çavdêrîya Sûrî ya Mafê Mirovan SOHR ku kuştîyên milîsan 6 in.

li alîyekî din, nexşeya kontirolê li Qamişlo navbera Rêjîm û hêzên ewlekarîyê de hate guhertin piştî şerê taxa Tey.

taxa Teyî ku bingeha sereke bû ya milîsên bi ser rêjîma sûrîyê de Ku niha nêzî 90 % ji taxê ketiye jêr kontirola hêzên ewlekarîyê de.

Raporta Qamîşlo 25 04 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00

XS
SM
MD
LG