Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelkê Qamîşlo di Salvegera Peqîna Bajarê Xwe de Xemgînin


Salvegera Peqîna Bajarê Qamîşlo
Salvegera Peqîna Bajarê Qamîşlo

Roja Sêşemê 27 ê vê mehê bi sedan niştecihên bajêrê Qamîşlo qûrbaniyên peqîna 2016an bibîranîn.

Pênc sala berê wekî vê rojê, roja Çarşemê 27ê Tîrmeha 2016an derdora demjimêr 9:20ê serê sibê mezntirîn êrîşa xwekujî ya Daiş ê li bajarê Qamişlo pêkhat, ku di encamê wê rêîşa xwekujî de zêdeyî 60 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û pirrtir ji 180 kes jî birîndar bûn.

Nişteciên bajarê Qamişlo derbarê vê bûyerê dibêjin ew vê rojê ji bîrnakin û dê her bimîne rojek reş di dîroka bajêr de.

Xizmên qûrbaniyên peqînê behsa serpêhatiyên wê rojê dikin.

Saliha Elî diya xwe ya bi navê Nadiya Hacç di vê bûyerê de winda kir dibêje ku wê laşê diya xwe di nexweşxaneyê de dît piştî lêgerînekê demdirêj.

di vê pûyerê de bi dehan Jin, zarok, mêr û îxtiyar jiyana xwe ji dest dan.

Ji hin malbatan yek kes ji vê peqînê filitye û hin malbatan xudan û semiyanê xwe winda kirine û li paş xwe malek bê bav û semiyan hişt in.

Merdiya Ehmed diya 7 zarokane hevjînê xwe di wê peqînê de winda kir diyar dike ku ew ji wê rojê heya niha jiyanke bi zor û zehmetî derbas dike, nexasim di vê rewşa xerab de.

Ji hin kesan re cihê peqînê nema warê rûnştina wan be, tevî ku 5 sal derbasbûn jî, lê ji ber ku kesên xwe yên ezîz û nazdar tê de winda kirbûn, ew dever jibo wan ciyek reş û xemgîne.

Bavê Ayaz ku kurê xwe yê bi tenê Ayaz li wê derê winda kir, dibêje bîranîneke şînî û tariye ji bo kesayeta wî, ew daxwaz dike ku ev şînî bi serê tu kesî neyê.

Bermeahiyên peqîna Qamişlo hîn jî, li cihê xwe ne, li ser tûndî û dijatiya terora Daiş ê şahdin. Ji bilî ziyanên mirovî bi dehan mal, avahî û dikan û firoşga hatin rûxandin.

Tevî ku hêza Daiş hatiye şikandin lê hîn di milê îdyolojîk de têk neçûye û roj bi roj li herêmên bakûr û rojhilatî Sûriyê aktîv û çalake û êrîş û peqînan encamp dide.

Raporta Qamîşlo 28 07 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:06 0:00

Galêriya Wêneyên Salvegera 5an Ya Peqîna Qamîşlo

XS
SM
MD
LG