Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alîgirên Rejîma Sûrî li Qamîşlo Êrişî Konvoya Leşkerên Amerîkî Dike


Gundê Xirbet Amo
Gundê Xirbet Amo

Roja Çarşemê derdora demjimêr 1:30 ê piştî nîvro li gor dema navxweyî, aligirên rejîma Sûrî li gundê Xirbet Amo li başûrê bajarê Qamîşlo rê li ber konvoya leşkerên Amerîkî girt dema ku di nobedarîyê dabûn, gundiyan gule li hewa teqandin û hin jî avêtin tekerên otombîlên leşkerên Amerîkî.

Leşkerên Amerîkî bersiv da û yek ji aligirên rejîmê hat kuştin, hêzeke din ya Amerîkî bo piştgîrîya konvoyê hat herêmê û balefirên Amerîkî ji Qamîşlo hatin li esmanê herêmê firîyan û bombeyên dengî avêtin gundê Xirbet Amo.

Piştî demekî ji bûyerê hêzên Rûsî hatin wê deverê û hêzên Amerîkî ji gund vekişyan, çavkaniyên taybet bo nûçegihanê Dengê Amerîka li Qamîşo daye diyar kirin ku di nava hêzên Amerîkî da ti birîndar nebûn û rewş li herêmê niha aram bûye.

Alîgirên Rejîma Sûrî li Qamîşlo Êrişî Konvoya Leşkerên Amerîkî Dike
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:54 0:00

XS
SM
MD
LG