Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Peqîn Li Bajarê Hesekê Rû Didin


Peqîn Heseke
Peqîn Heseke

Îro Pêncşemê li bajarê Hesekê sê teqîn rû dan, teqîn di rêya motorsikletên bombebarkirî re pêk hatin.

Li gorî daxuyanîya Hêzên Ewlehîya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, tekez kir ku danê sibehê yê roja Pênçşemê, sê teqîn li bajarê Hesekê pêk hatin. Teqînek li taxa Salihîyê nêzîkî kargeha Rojava ya cil û bergan, û ya din jî li heman taxê nêzî mesakin pêk hat, di van her du teqînan de tenê zîyanên madî hebûn, teqînaya sêyemîn xala hêzên Sotoro ya taxa Til Hecirê kir armanc û di encam de endamek Sotoro birîndar bû.

Welatîyek ê bajarê Hesekê, yê ku li cihê teqînê bû li taxa Salihîyê, ji Dengê Amerîka re dîtinên xwe anî ziman.

Di berdewamîya daxuyanîya nivîskî ya Hêzên Elewhîya Hundirîn de hate gotin ku piştî biserketina hêzên me di qada leşkerî de, hêzên tarîtîyê hewil didin ku di rêya van kiryarên tirsanek re tirsê bixin nava welatîyan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 15ê hizêrana borî de teqînek li ser rêya taxa El-Telai ya bajarê Heskê rû da û di encam de du endamên Hêzên Ewlehîya Hundirîn birîndar bûbûn.

Hêjayî gotinê ye ku Hêzên Ewlehîya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, di 5ê vê mehê de çûnûhatina motorsikletan ji saet 8ê êvarî heta 6ê sibehê qedexe kiribû.

Di daxuyanîya Hêzên Ewleyîha Hundirîn de Daişê bi nav nekirîye, û tenê hêzên tarîtîyê hatin binavkirin.

Li gorî hinek şopîneran dibêjin dibe ku ev kiryar ji alîyê rêjîmê ve hatibe kirin. Heta dema amadekirina vê raporê ti alîyekî ev teqîn negirtiye ser milê xwe.

Di dema amadekirina vê raportê de peqînek din li bajara Qamîşlî li hermber Dêra Azra ya bajar rû da.

Raporta Zana Omer 11 07 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:21 0:00

XS
SM
MD
LG