Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirsgirêka Avê li Qamişlo Dibe Sedema Nerazîbûna Gel


Ev demek e pirsgirêka avê li Qamişlo careke din derketîyê holê. Welatî gazinên tund li Rêvebirîya Xweser dikin ku di dema germahîya pir bilind de ew bê av in.

Şenîyên taxên wek Siyahî, Kornîş û Xerbîye bi rojan bê av mane. Li alîyekî din, jiber ku xwedîyên sitêrên avê, bi buhayeke mezin ava nepqij difroşin, Şaredarîya Gel a Qamişlo biryar da ku ew sitêr rawestin û bi tenê sitêrên Şaredarîyê avê bidin gel.

Girînendeya Avê ya Qamişlo dide zanîn ku yek ji sedemên nebûna avê ew e ku hindek kes sikrê avê digirtin ku berê avê dide van taxan.

Hin kes jî îdia dikin ku destê rejîmê di vê alozîyê de heye, ku sikrên mezin yên binerdê, ku avê li Qamişlo belav dike, li çargoşeya ewlekarî ya rejîmê de ye û wan ew sikr girtine

Şaredarîya mezin ya bajarê Qamişlo hewil dide ku bi rêya hin gavên awarte vê alozîyê çareser bike û di zivistanê de çareserîyeke mayînde ji vê pirsgirîkê re peyda bike.

Hêjayî balkişandinê ye ku li bajarên din yên mîna Hesekê jî heman kêşeya avê derketîye.

ZO_08_23_2019_Kêşeya_Avê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:05 0:00

XS
SM
MD
LG