Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Qamişlo Careke Din Êrîşeke Dronî Pêk Hat


Bajarê Qamişlo
Bajarê Qamişlo

Îro Pêncşemê droneke bêmirov ya Tirkîyê avahîyeke li bajrê Qamişlo armanc kir û di encamê de kesek sîvîl birîndar bû û zîyanên madî giheştin derdora cîhê armanckirî.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafê Mirovan (SOHR) radigihîne ku Tirkîyê Ji destpêka sala 2022’an heta îro 31 caran bi firokên bêmirov herêmên Bakur û Rojhilata Sûrîyê bombaran kiriye.

SOHR dide zanîn ku di encama van êrîşan de 20 kes hatine kuştin, 62 kesên din jî birîndar bûne.

Bi alîyekî din ve, Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê encamên dawî yên bombebarana artêşa Tirk ya ser herêma Minbicê ya nava 10 rojan eşkere kir.

Navendê da zanîn ku 15 gund û bajarok ji alîyê artêşa Tirkîyê ve hatine bombebaran kirin, herwiha 445 top bi ser van gundan û der dora wan ketine û zîyan giheştine mal û milkên sîvîlan.

ZO_Êrîşa_Dronî_tr_06_09_2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:43 0:00

XS
SM
MD
LG