Di nava rewşa koronayê û alozîya aborî de, rûniştvanên Qamişlo amadekarîya cejnê dikin.
Ketina nirxê lîraya Sûrî bûye sedema buhabûneke bilind ya kelûpelên cejnê.
Rûniştvana Qamişlo Emel Hûsên jineke 28 salî û dîya 3 zarokan e. Ew dibêje ku şekirê cejnê pir buha ye û tenê jibo zarokan ew amadekarîyan dikin.
Piştî alozîya aborî li bakurê Sûrîyê jin bi awayekî pirtir kar dikin ku Asya jî yek ji wan kesan e.
Ew 50 salî ye û li bazareke gelerî şekirê cejnê difroşe. Asya dibêje ku jiber buhabûna şekirê, îsal kirîna wê jiber buhabûna dolarê ne wek salên berê baş e.
Li Qamişlo tevî ragihandina qedexeya kombûnên girseyî ya jibo pêşîgirtina belavbûna koronayê, rûniştvan bi hejmareke girseyî, bê parastinê li bazaran kom dibin.