Kurdên Qamişlo hilbijartina seroktîya Amerîkî ji nêz ve dişopînin û li benda serokê nû yê Amerîka ne ku jibo wan pêşketinên baş çêbin.
Sekreterê Partîya Çepa Demokrat a Kurd li Sûrîyê Salih Gedo got ku serokê ku were jibo wan girîng e û ew bi hêvî ne ku karibe sînorekî ji gefên dewleta Tirk re deyne.
Sekreterê Partîya Yekîtî Kurdistanî- Sûrîya (P.Y.K.S) Silêman Oso jî dibêje ku her du partîyên Amerîkî bi mayîna hêzên yên li rojhilatîaFeratê ne.
“Ew herwiha ji dîyaloga Kurdan re piştgir in û encamên hilbjartinan çawa be jî wê guherîneke mezin di helwesta Amerîka yua hember Kurdan de çênebe."
Kolanên Qamişlo jî hêvî dike ku serokê nû piştgirîya Kurdan bike.
Rûniştvanê bi navê Emîr Mihemed Seyîd dibêje ku divê Amerîka helwesta xwe ya di derbarê Kurdan de zelal bike û herwiha sînorekî ji sîyaseta Tirkîyê ya dijî Kurdan re deyne.
Hêvî û xwestekên rûniştvanên Qamişlo ji Amerîka ji hev ne cûda ne, lê Telat Bavê Emîn dixwaze ku hikûmeta nû ya Amerîkî helwesta xwe ya sîyasî zelaltir bike.