Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşa Ser Kobanê li Qamişlo Hate Şermezar Kirin


Gelê Qamişlo bi vexwendin ji Kongreya Star protesteyek li pêş avahîya NYê dar xist ku êrîşa Tirkîyê ya li gundê Helincê ya Kobanê şermezar bike.

Xwepêşandêran bi solganên dijî êrîşa Tirkîyê qêrîyan û nameyek ji Kongreya Star ji bîragiştî re hat xwendin.

Beşdarên xwepêşandanê ji civaka nevnetweyî xwest ku fişarê Tirkîyê bikin ku êrîşên wê yên ser bakurê Sûrîyê rawestîne.

Roja Sêşemê di êrîşeke esmanî ya Tirkîyê ya ser gundekî herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê, 4 jin canê xwe ji dest dan, ku yek ji wan endama Kordînasyona Kongreya Star û beşdareke berxwedana Kobanê Zehra Berkel e.

Li alîyekî din, Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê bang li Rûsya, Amerîka û NY`yê kir ku helwestên cidî derbarê êrîşên artêşa Tirkîyê de dîyar bikin.

Rêvebirîya Xweser herwiha bang li gelên Bakur û Rojhilata Sûrîyê yên li hundir û derveyî welêt kir ku jibo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk dakevin qadan.

Hêjayî gotinê ye ku di heman dema darxistina çalakîyên dijî êrîşa Tirkîyê, du peqîn li bajarê Minbic rû dan, lê heta dema amadekirina vê raporê agahîyên ser wê peqînê zelal nebûn.

Herwisa hat zanîn ku ser banga Rêvebirîya Xweser, li seranserê bajar û bajarokên Bakur û Rojhilata Sûrîyê çalakîyên protestkirina êrîşa Tirkîyê ya ser Kobanê hatin darxistin.

ZO_6_24_2020_protosto_Qamişlo
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:17 0:00

XS
SM
MD
LG