Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînekê de 7 Kes li Qamişlo Birindar Bûn


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di encama peqandina trombîlekê de 7 kes li bajarê Qamişlo birîndar bûn ku yek ji wan kesan zarok e.

SOHR’ ê da zanîn ku peqîn li nêzî avahîyeke ewlehîya navxweyî ya Kurdî ya bi navê Asayîş pêk hat.

Dîrektorê SOHR’ê Ramî Abdul Rahman ji AFP’ê re got ku kiryar êrîşeke xwekujî bû ku navenda Asayîşa Kurdî dikir armanc.

“Êrîşvanê xwekuj hewil da ku xwe bieghîne avahîya Asayîşê, lê dîwar û xalên kontrolê yan derdora wê avahîyê rê neda wî kesî. Piştî ku hêzên Kurd bi nêzîkbûna otomobîlekê guman ketin, yek ji du kesên nav trombîlê ji cîhê bûyerê revî û yê din jî xwe peqand.”

Demûdest ti kes berpirsîya êrîşê bi ser xwe ve negirt, lê li Qamişli pir caran êrîşên wî rengî diqewimin ku DAIŞ’ê berpirsya wana rakiribû ser xwe.

XS
SM
MD
LG