Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûniştvanên Qamişlo Ser Gefên Tirkîyê Çi Dibêjin?


Dewleta Tirkîyê liv û tevgera xwe ya leşkerî li ser sînorê Bakur û Rojhilata Sûrîyê pir kiriye û gefa êrîşeke leşkerî bi ser vê herêmê deike.

Rûniştvanên bajarê Qamişlo dibêjin ku ev herêm berê herêmeke ewle ye û ti pêwîstî bi hewildanên Tirkîyê ya derbazbûna herêmên wan tuneye.

Hin şîrovekarên sîyasî dibêjin ku armanca Tirkîyê dagirkirina herêma rojhilata çemê Feratê ye.

HSD dibêje ku ew ser Tirkîyê ne gef e. Fermandarê giştî yê HSD’ê, General Mazlûm Ebdî berî çend rojan gotibû ku ew şer napejirînin, lê ku Tirkî êrîş bike ewê li seranser 600 km bersîva êrîşan bidin.

Hevdem, leşkerên Amerîkî ku li xalên çavdêrî yên seranser sînorê Tirkîyayê bi cîh bûne, dewrîyên xwe pêk tînin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Meclîsa Leşkerî ya Suryanî jî ragihand ku gefên Tirkîyê yên bi ser herêmê de nêzî 100 hezar Krîstîyan dixe metirsîyê.

ZO_07+31_2019_Gefên_Tirkîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:34 0:00

XS
SM
MD
LG