Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Qamişlo Xelatên Roja Rojnamegerîya Kurdî Hat Dayîn


Li Qamişlo Merasîma Xelatên Roja Rojnamegerîya Kurdî
Li Qamişlo Merasîma Xelatên Roja Rojnamegerîya Kurdî

Yekîtîya Ragihandina Azad (YRA) bi sedema salvegera 124’an ya Roja Rojnamegerîya Kurdî li bajarê Qamişlo şahiyeke dar xist û xelat da 8 rojnamevanên Kurd yên li Bakur û Rojhilata Sûrîyê .

Hevserokên Yekîtîya Ragihandina Azad, Evîn Yûsif û Bangîn Seydo di şahiyê Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kirin ser û ser girîngîya rojnamevanîyê axifîn.

Evîn Yûsif û Bangîn Seydo bang li rojnemvanan kirin ku nirxên ragihandina azad biparêzin û erkên xwe bê alî pêk bînin.

8 rojnamevenên ku hatine xelat kirin ji alîyê komîteyekê jibo ked û xebatên wan yên di warê rojnamegerîyê, hatine bijartin.

Piştî axaftinan Evîn Yûsif û Bangîn Seydo xelat belav kirin.

Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad, Bangîn Seydo
Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad, Bangîn Seydo


Bangîn Seydo di derbarê rewşa rojnamevanîyê li bakur û rojhilata Sûrîyê ji Dengê Amerîka re diyar kir ku tevî hemû hewldanan, rewşa giştî ya medya û ragihandinê hîn di qonaxên destpêkê de ne.

Seydo herwiha destnîşan kir ku ew jibo ragihandineke azad û gotareke azad xebat dikin.

Hejayê gotinê ye ku bi giştî 300 rojnemavan û sazîyên ragihandinê yên Bakur û Rojhilata Sûrîyê, endamên Yekîtîya Ragihandina Azad in.

Li bakur û rojhilata Sûrîyê 104 dezgehên ragihandinê û navendên lêkolînê hene û her wiha 1153 karmend di warê ragihandinê de kar dikin .

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin.

Li Qamislo Merasîma Xelatên Roja Rojnamegerîya Kurdî Hatin Belav Kirin
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:51 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG