Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Qamişlo Pevçûnên Navbera Kurdan û Hêzên Rejîma Sûrî Îro jî Didomin


Bajarê Qamişlo
Bajarê Qamişlo

Şerê di navbera Hêzên Ewlekarîya Hundirîn yên Bakur û Rojhilata Sûrîyê û milîsên Parastina Netewî (Dîfa Wetenî) ya ser bi rejîma Sûrî, li taxa Al Tey ya bajarê Qamişlo piştî çend seatan ji agirbestê careke din destpê kir.

Şandeyeke hevbeş ya polîsên leşkerî yên Rûsî û serbazên rejîma Sûrî derbazî taxa Al Tey bûn û di amadebûna wê şandeyê de êrîşên Dîfa Wetenî berdewam kirin û wan êrîşî çend xalên Asayîşê li wê taxê kirin.

Rewşa Dawî ya Qamişlo Çi Ye?
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:47 0:00

Di encama êrîşên îro de jimareke endamên Asayîşê û du zarok birîndar bûn.

Li alîyê din, bi hezaran şenîyên Qamişlo endamê Asayîşê Xalid Hacî, ku di roja yekê de di êrîşa Dîfa Wetenî djîyana xwe hinda kiribû, li Goristana Çehîdan sipart axê.

XS
SM
MD
LG