Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqînekê de li Bajarê Qamişlo Endameka Asayîşê Tê Kuştin


Îro Yekşemê, li bajarê Qamişloyê li ber dibistana El-Sîna'a ya taxa Erbawiyê Teqîn di riya tirmbêleke bombebarkirî ku li wir sekînbû pêk hat.

Li gorî daxuyanîya Hêzêzn Elewkarîya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê danê sibeha roja yekşemê tirmbêleke bombebarkirî hate teqandin. Teqîn navenda perwerdeyê armanc girt û di encamê de endamek Asayîşê ku parastina navendê dikir jîyana xwe ji dest da û du endamên din yên parastinê birîndar bûn,

Berdevkê Hêzên Ewlekarîya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, Elî El-Hesen, ji Dengê Amerîka da zanîn ku:

"Danê vê sibehê roja yekşemê 18 mehê tirmpêlek mayînkirî teqîya, di encam de endamek hêza me ya parastina navenda perwerdê şehîd ket, û 2 din birîndar bûn, hêza me paratstina hemû navendên perwerdê dikin, ku ew tirmbêl xweste ku wê navendê armac bigre. "

Hêjayê gotinê ye ku, ev demek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê li rastî êrîşên terorîst tên. Li gorî hêzên ewlekarîyê li bakûrê sûrîyê ku daişê rojane hewledanê wê hene ku êrîşan pêkbîne, û pirranîya hewedanên wê ji alîyê hêzên ewlekarîyê tên pûçkirin.

Raporta Deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:25 0:00

XS
SM
MD
LG