Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mafnasên Cizîrê bi Boneya Roja Cîhanî ya Aştîyê Darketin Kolanê


Bi boneya Roja Aştîyê ya Cîhanî ku roja 1 Êlûnê ye, îroj li Qamişlo yê Sazîyên Encûmena Dîwana Dadmendîyê ya Herêma Cezîrê û Yekîtîya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê seknek protesto li dijî gef û binpêkirinên dewleta Tîrkîyayê bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê wek ku binavkirin li dar xist.

Çalakî li ber avahaîya Encûmena Dîwana Dadmendîya Civakî ya bajarê Qamişlo yê li dar ket.

Bi beşdarîya dehan parêzer û endamên nivîsge û sazîyên dîwana dadmendîyê. Û daxuyanî ji hêla herdu sazîyan ve hate xwendin.

Encûmena Dîwana Dadmendîyê di daxuyanîya xwe de got ew siyaseta hikûmeta Erdogan ya dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê şermezar dikin, û teqez kir ku êrîşa bi ser vê herêma biewle li dijî hemû gelên herêmê ye.

Herdu sazîyan di dawîya daxuyanîya xwe de bang li neteweyên yekbûyî û hemû hêz û rêxistinên navneteweyî yên doza aştîyê dikin xwedî helwest bin bo gef û binpêkirinên dewleta Tirkîyê bi taybetî li Efrînê.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:07 0:00

XS
SM
MD
LG