Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Qamişlo Alozî Di Navbera Alîgirên ENKSê û Ciwanên Şoreşger De Derketin


Roja Înê 24 ê vê mehê li her du bajarên Qamişlo û Girkêlegê aloziyekî demkî di navbera alîgirên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Ciwanên Şoreşger de derket.

Li gorî şopandinê sedama vê aloziyê ew e ku alîgir û karbidestên ENKS ê roja Înê li çend bajarên herêma Cizîrê xwepêşandanên pirotestoyê li dijî birayrên Rêveberiya xweser li darxistin.

Endamê Encûmana Giştî ya ENKS ê Tahir Hesaf ji dangê Amerîka re got ku koma bi navê Ciwanê Şoreşger êrîşî xwepêşenderan kirin, û di encamê de rewşek aloz derket û çend kes birîndarbûn''.

Li aliyekî Endam û alîgirên ENKSê diyar dikin ku biryarên Rêvebriya xeser dibin sedema derketina buhayê li herêmê bakur û rojhilatê Sûrîyê.

Li aliyekî din Rêveberên ENKSê jî dibêjin kiryarên Rêveberiya xweser kirîzan derdixe pêş û tu fakterên geşepêdanê li pêşnaxe.

Endamê Komîta Siyasî ya Partiya Yekîtî Kurdistanî Sûrîya Ferhan Meriî dibêje Ji bo cîbicîkirna biryara ENKSê derketine xwepêşandanê da ku sedemên birçîbûnê û buhabûnê pirotesto bikin.

Di dema êrîşa Ciwanên Şoreşger de hêzên Asyîşê û Hêzên Hawarê yên bajarê Qamişlo û Girkêlegê yek ser destwerdana rewşê kirin û alozî vemirand, paş re ENKSê xwepêşandana xwe berdewam kir.

Raporta Deng/Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:51 0:00


XS
SM
MD
LG