Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Qamişlo di Navbera Kurdan û Rêjîmê de Şer Derket.


Roja şemîyê li derdora seet 11 an ve Li bajarê Qamişloyê di navber Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîş û Hêzên Ewlekariya Leşkerî (Emen Eskerî) ya rejîma Sûrî şer derket.

Hêzên Ewlekariya Leşkerî ya rejîma Sûriyê êrîşî taxên nêzî balafirgeha Qamişlo kir da ku welatiyan birivine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîş yekser bersiv da û şer derket.

Li gorî agahiyên destpêkê 11 endamên rejîmê hatin kuştin û hin dîl hatin girtin

Li herêma ku şer derketî heta niha alozî didome.

Fermandarîya giştî ya hêzên ewlekarîya hindrîn ya bakûr û rojhilatî sûrîyê Asayîş daxuyanîk nivîskî weşand .

Di daxuyanîyê de asayş da zanîn ku 11 endamên rêjîmê hatin kuştin .

Di heman daxyanîyê de asayîş da zanîn ku 7 endamên wan jiayna xwe jidest dan.

Berdevkê fermandarîya giştî ya hêza ewlekarîya hindrîn ya bakûr û rojhilatî sûrîyê Elî Hesen ji Dengê Amarîka re daxuyanîk taybet da .

Di encama şer de hêzên Ewlekarîyê sivîlên taxa rêya balfirgehê agahdarkirin ku tevgera derketina xwe kêmbikin .

Hêjaye bibîrxistinê ku berpirsekî rêjîma sûrî li Qamişloyê roja înê gef li kurdan û hevalbendên kirin ku wê rêjîm hemû bakûrê sûrî bixe jêr kontirola xwe de.

Heta dema amadekirina vê raporê li Qamişlo bêdengî heye û hêzên Asayşê di amadebaşîyê de ne .

Hat zanîn ku rêjîm li balfirgeha Qamişloyê ku jêr kontirola wê de ye ew jî di amadebaşyê de ye û hêzên xwe komî ser hev dike.

Li Qamîşlo Şer di Navbera Kurdan û Rêjîma Sûriyê de Dibe
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:08 0:00

XS
SM
MD
LG