Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Qamîşlo Kafepirtûka bi navê Bindarok Vebû


Li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê kafebuka bi navê BINDAROK hat vekirin.

Bindarok ku pirojeya pirtûkxane, her wisa kafe ye, ji hêla du ciwanên nivîskarên Kurd ên ji Qamişloyî hat vekirin.

Nivîskar û wergêr Ebdo Şêxo û çîroknivîs Ebas Mûsa bi ked û karên xwe yên xweser li ser dirêjahîya salekê karên amadekarîya Bindarok dikirin, niha ew pêşwazîya xwedevanan dikin.

Şêxo dibêje ku niha hemû cûreyên pirtûkan bi 5 zimanên cûda li Bindarokê hene.

Şêxo dibêje ku 11000 pirtûk û 1000 navîşanên pirtûkan ji bo xwendevanan berdest in.

Di heyama salekê de amadekarîya projeya Bindarok de astengîya herî mezin ew bû ku dema bi hezaran pirtûk ji du derîyên sînoran derbaz kirin.

Pêşî ev pirtûk ji Tirkiyê derbasî herêma Kurdistana Îraqî kirin, paşê, ew pirtûk ji Herêma Kurdistanê derbazî Rojava bûn.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:56 0:00

XS
SM
MD
LG