Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Qamişlo Îşev Otomobîlek Bû Armanca Êrîşekê


Duşemê şevî 12ê Sibatê derdora saet 8 êvarê otombîlek li Qamişlo bû armanca êrîşekê.

Li gor agahiyên destpêkê, kuştî û birîndar hene.

Çavdêrekî bûyerê ji Dengê Amerîka re ragihand: “Li kolana Mizgefta El-Farûq a taxa El-Miwzefîn li navenda bajarê Qamişlo, otomobîlek teqiya, bêyî ku ti zanyariyek derbarê sedema teqînê eşkere bike.”

Heman jêder herwiha got ku di encama teqînê de agahî li ser ziyanên canî hene, lê heta niha nasnameyên wan nehatine zanîn.

Wî herwiha wî piştrast kir ku ambûlans û otombîlên agirkujê gihiştine cihê bûyerê.

Do yekşemê jî danê sibehê dironek Turkîyê mala birîndaran li Qamişlo armanc girt.

Yekşemê 11 sibatê , droneke Tirkîyê avahîyek li bajarê Qamişlo kir armanc. Di encamê de du şervanên jin yên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Li gor Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê, avahîya ku di êrîşa Tirkîyê de bû armanc navendeke saxlemîyê ye jibo şervanên Kurd ku di şerê dijî rêxistina DAIŞ’ê de birîndar bûne.

Derbarê êrîşa îşev duşemê, Hêzên Ewlekariya Hindurîn (Asayîş) û rayedarên fermî heta kêliya ku nûçe hat amadekirin derbarê teqînê de ti daxuyanî nedan.

XS
SM
MD
LG