Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encama Peqînên Qamîşlo 17 kuştî û bi Dehan Birîndar


Peqînên Qamîşlo 30.12.2015
Peqînên Qamîşlo 30.12.2015

Çarşemê derengî şevê li bajarê Qamişlo 3 teqîn pêkhatin, yek li xwaringeha Meyami li taxa wista li nava bajarê Qamişlo, li gorî agahiyan di riya du xwekuran de, ev peqîn pêkhatin.

Peqinên Qamişlo 30.12.2015
Peqinên Qamişlo 30.12.2015

Peqîna duyan li xwaringeha Kebriyêl li taxa siyahî pêkhat, dengê peqîna siyan ew ji ncama ku Asayîş bombek li qiraxa riya Siyahî dîtin, hêzên Asayişê bombe berîya biteqe ji kar xist û ew lijêr kontrolê teqandin.
li gorî Ebdula Ehmed endamê ragihandina Asayîşê ji bo Dengê Amarîka ev agahî tekez kirin.
Hejmara giştî ya qurbaniyan heta niha 17 kuştî û zêdetirî 30 kes birîndar hene.
Cîgirê Serokê Desteya Tendurûstiyê ya Kantona Cizîrê Silêman Ehmed, piştî peqînan da xweyakirin ku, di encama van herdu peqînan de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 30 kes birîndar bûn e.
Hêjayî gotinê ye ku, taxên teqîn lê pêkhatine piraniya xelkên wê ji xiristiyanan ne û Daişê ragihand ku, wan ev êrîş pêkanîne.

Rapora deng li Jêr guhdarî bike

Peqînên Qamişlo30.12.2015
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:21 0:00

XS
SM
MD
LG