Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê di Navbera Rêjîmê û Kurdan de li Qamişlo Hîn Berdewam E


sher li Qamişlo
sher li Qamişlo

Îro çaerşemê li bajarê Qamişlo di navbera Rêjîmê û Kurdan de, şer derketiye holê.
li gorî agahiyan şer derket holê dema hêzek ewlekarî ya rêjîmê danê sibê li nava bajêr agir berda polîsên tirafîkê yên bi ser rêvberiya xweser de, di encam de li 4 deverên ku rêjîm lê bicî dibin ji aliyê hêza Asayîşê ve hatin dorpêçkirin û şer heta wek dema amedekirina vê raporê jî berdewam dike .
Di encama şer de bazara sûkê hate giritin û segvanên rêjîmê ji mizgefta bernberî çarkoşeya ewlekarî de, nêzîkî 4 sivîl armanc hatin girtin 2 ji sivîlan hatin kuştin .
her wiha hate tekezkirin ku 8 leşkerên rêjîmê hatin kuştin ji nava wan segvanên ku sivîlên kolnê armancgirt bşn hebûn .
Herwiha di encama van pevçûnan de, 3 endamên asayîşê jiyana xwe ji dest dan .
Gurkirina şer hêza YPG û Hêzên Taybet yên Antî-Teror (HAT) daketin bajarê Qamişlo û ewjî li kêleka asayîşê riyên ku rêjîm bi kartîne hatin birîn û 4 xal hatin dorpêçkirin. Xalek ya rêjîmê ya tê naskirin bi Zîndana Alay piştî şerekî giran ji destê rêjîmê hat derxistin, rojnamevank jî di van pevçûnan de brîndar bû.

XS
SM
MD
LG