Li Qamişlo pirsgirêka nexweşxaneyan bi berfirehî ketiye rojevê û ev yek bûye cihê gazinên hemwelatîyan, nexasim yên ku pêdivîya wan bi dermankirina nexweşîyên giran heye.
Dr. Ebîr Hessaf, Hevseroka Desteya Tendirustî ya Herêma Cizîrê dibêje ku hejmara nexweşxaneyên girêdayî Desteya Tendirustî li Herêma Cezîrê 5 in û li bajarê Qamişlo bi tenê, 10 nexweşxaneyên taybet hene, lê ew nikarin pêşwazîya hemû nexweşan bikin jiber ku hin beşên taybet tune ne.
Li alîyekî din, jiber buhabûna pêdivîyên bijîşkî, rêjeya nirxê emelîyatên ku li nexweşxaneyan pêk tên, bilind bûye û girtina derîyê sînoran jî nûye sedemeke girîng ya wê yekê.
Ebdilsemed Osman, karmendê nexweşxanekê bal dikşîne ku emelîyatên berê bi 3 hezar lîreyên Sûrî çêdibûn, niha bûye bi 70 hezarî.
Rûniştvanên Qamişlo jî gazinan ji bilindbûna buhayên dermankirina li nexweşxaneyan tînin ziman û di hindek caran de jî piştî serlêdana çend nexweşxaneyan cureya nexweşîya nexweşan xwe jî nas nakin.
Lê, jiber nepeydabûna beşên pispor bo hin nexweşîyên giran, doktorên Qamişlo neçar dibin ku berê nexweşan bidin Şamê.
Rêvebirê Nexweşxaneya El-Rehmê ya Qamişlo, Zîyad Ebdella dide zanîn ku li nexweşxaneyên Şamê derfetên dermankirinê bêhtir in.