Otomobîleke bombebarkirî îro Çarşemê li taxa Enterîyê ya rojhilata bajarê Qamişlo hat peqandin.
Êrîş di danê sibehê de li bazarekê nêzîkî navenda Asayîşa Qamişlo pêk hat û ji deh pirtir kes di encamê de hatin kuştin.
Rêvebirê Asayîşa Qamişlo Aslan Qamişlo piştî peqînê li cîhê bûyerê agahî dan medyayê.
"Di êrîşê de 10 sîvîl û endamek Asayîşê jiyana xwe ji dest dan. Jiber ku DAIŞ di cebheyên şer yên Hesekê û Girêspî de têk diçe, ew bi rêya terorê de her kes armanc digire. Em soz didin ku tola şehîdan ji DAIŞê bistînin."
Aslan da zanîn ku 2 kes piştî peqînê hatine girtin û gûman heye ku têkîlîya wan bi terorîstan heye.
Firoşgerên li bazarê jî dîyar kir ku hêza peqînê pir xurt bû û zîyaneke mezin ya madî qewimî.
Hêjayî gotinê ye, ev peqîna sisêyan e ku di nav vê mehê de li Qamişlo rû dide û berpirsên Asayîşa Rojavayê jî karên xwe didomînin ku hurgilîyên êrêşê ron bikin.
***
Kerem kin vîdyoya piştî bûyerê temaşe bikin: